Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16ê NÎSANê 2020 PENCŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me-
&- Ji parêzerên Buroya Hiqûq ya Sedsalê Raziye Tûrgût diyar kir ku, rayedarên Dewleta Tirk, serlêdanên wan yên ji bo çûna Girava Îmralî û hevdîtina bi muwekîlê wan, bi behaneyek ne qanunî red kirin.
&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku hêzên Gerila li Silopiya li hêzên dagirker xistin.
&- Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara hin çalakî kirin.
&- Cenazeyên 3 jinên di êrîşa balafirên kefşê yên Artêşa Tirk de, li Mexmûrê şehîd bûn, bi merasîmekê li goristana wargehê hatin veşartin.
&- Hevserokê Wargehê Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî-Mexnurê Bedran Pîran, diyar kir u armanca bombardumana dewleta Tirk belakirina wargehê ye.
&- KNK’ê bang li PDK û YNK’ê kir ku hêzên xwe yên nepêwîst ji Zînî Wertê vekişînin û pirsgirêkê bi riya diyalog û aştiyê çareser bikin.