Şaredarên Bajarên Mezin ên Stenbol û Enqereyê ku kampanya alîkariyê organîze kirin, ketin ber lêpirsînê.

Desthilatdariya AKP-MHP ku li dijî vîrûsa koronayê tevdîreke berçav negirtiye, pereyan ji gel dixwaze û pêşî li piştevaniya civakî digire, niha jî li dijî ‘alîkariya’ şaredariyên Stenbol û Enqereyê dest bi lêpirsînê kir.

Wezareta Karên Hundir a Tirk, ji ber kampanyayên alîkariyê yên ji bo gelê ji ber vîrûsa koronayê ji aliyê aborî ve tengav bûye, li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredariyê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş lêpirsîn da destpêkirin.

Lêpirsîn ji aliyê Îmamoglû ve hate ragihandin.

Şaredariyan di sibeha 30’ê Adarê de dest bi kampanyaya alîkariyê kiribûn, Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû li dijî vê kampanyayê giştînameyek weşandibû.