Girtiyên li girtîgehên Kurkçuler, Tarsûs û Antalyayê diyar kirin, li girtîgehan li dijî vîrûsa koronayê tu tevdîr nehatine wergirtin.
Girtiyên li gelek girtîgehan bi rêya malbatên xwe ragihandin ku rewşa li girtîgehan cihê fikaran e.
Ji Girtıgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê Mazhar Guler, ji Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2’emîn Tarsûsê Hadî Elçîçek ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê Serhat Tûncer bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn.
Mazhar Guler ku nexweşê Hepatît B û gurçikê ye, diyar kri ku li dijî şewba Covîd-19 tu tevdîr nehatine girtin.
Guler got, “Malzemeyên ji bo paqijiya şexsî nadin. Ava germ û sar bi rêk û pêk nîne. Li dijî şewba vîrûsa koronayê li koxûşên me karê dezenfekteyê nehate kirin. Bi têrkerî lepik û maskeyê nadin. Personelên li xwaringehê dixebitin lepik naxin destê xwe, maskeyê nadin ber rûyê xwe. Xwarin nebaş in û kêm in.”
Hadî Elçîçek jî nexweşê dil e û got, du roj in wan dernaxînin hewşê û malzemeyên paqijiya şexsî nadin wan.
Elçîçek diyar kir, gardiyan li gorî pîvanên paqijiyê tevnagerin û destnîşan kir, ava germ û sar bi rêk û pêk nîne, ew avê dikirin.
Elçîçek got, “Li dijî vîrûsa koronayê tevdîr nehatine girtin. Tê gotin ku gardiyaneke jin bi vîrûsa koronayê ketiye. Li girtîgehê karantîna nîne.”
Serhat Tûncer nexweşê şekir, tansiyon û dil e û got, li koxûşa lê dimîne nexweşên kronîk hene.
Tûncer got, “Malzemeyên paqijiya şexsî nadin. Em bi hêsanî nikarin biçin revîre û nexweşxaneyê. Nikarin derkevin hewşê.”