Li gorî lêkolîneke saziya lêkolînê ya bi navê ERC a li Londonê, ji destpêka meha Adarê heta nava meha Nîsanê hejmara şîrketên li gelemperiya Qraliyeta Yekbûyî îflas kirine 21 hezar derbas kir.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku hejmara şîrketên li gorî heman dema sala derbasbûyî îflas kirin bi rêjeya 70 ji sedî zêde bû.

Li gorî lêkolîna ERC, rêjeya şîrketên di heman demê de nû ava bûn bi 23 ji sedî kêm bû.

Rêveberê ERC Mark Hart têkildarî lêkolînê axivî û diyar kir, zêdebûna îflasa şîrketan û kêmbûna avabûna şîrketên nû nîşan dide ku demeke zehmet li pêşiya aboriya Brîtanyayê ye.

Hîn nayê zanîn ku derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê wê bandoreke çawa ya neyînî lê bike. Di rewşeke wiha de jî şewba Covîd-19 belav bû.