Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Jeodînamîk a Atînayê, erd saet di 07:27’an de bi 90 kîlometreyî li kûrahiyê hejiya. Paytext Atîna jî bi erdhejê hesiya.

Yewnanistan li ser xetên girîng ên jeolojîk e. Erdhej bi taybetî li deryayê rû dide. Bi giranî jî tiştek bi kesî nayê. Erdheja herî dawî ya kujer li peravên girava Kosê di Tîrmeha 2017’an de bi pileya 6.7’an rû dabû û du kesî jiyana xwe ji dest da bûn.