Li bajarê Bûrlîngton ê eyaleta Ontarîo ya Kanadayê, şîrketa L3 Harrîs WESCAM hate şermezarkirin.
Balafirên Bêmirov (ÎHA) û Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ku dewleta Tirk li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi kar tîne, teknolojiya xwe ji şîrketa L3 Harrîs WESCAM’ê ya Kanadayê werdigire. Şîrketa navborî bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Şîrketa L3 Harrîs WESCAM ji sala 2017’an ve sensorên pêwîst ên ji bo hilberîna ÎHA û SÎHA’yan pêşkêş dike. Kurdistaniyan bi çalakiyekê ev şîrket şermezar kirin.
Çalakiya şermezarkirinê ji aliyê Kolektîfa Piştevaniya Rojava û Komuna Jinê ya Azad a Sara ve hate organîzekirin û li pêşiya şîrketa WESCAM’ê ya li bajarê Bûrlîngtonê pêk hat.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku Kanada bi firotina çekan dibe hevparê polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
Çalakgeran ji WESCAM’ê xwest ku tavilê dawî li vê piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk bîne.
Parlamenterên Partiya Demokrat a Nû ya Parlamenta Federal a Kanadayê (NDP) jî piştgirî dan çalakiyê.