Dewleta Tirk di Tîrmeha 2011’an de deriyên Îmraliyê li parêzeran girt û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan derxist asta herî bilind. Vê yekê hêrsa Kurdan zêde kir. Li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ji nû ve berxwedanê dest pê kir.

Endamên Koma Aştiyê ku ji Xabûrê hatin ber bi nîvê 2010’an li pey hev ceza li wan dihatin birîn. Li ser vê KCK’ê 1’ê Hezîrana 2010’an diyar kir AKP hemû gavên ji boo çareseriya aştî û demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wan avêtine, pûç dike, bêbersiv dihêle û ji ber vê ew pêvajoya bêçalakbûnê ku 13’ê Nîsana 2009’an yek alî dabûne destpêkirin bi dawî dikin.

Piştî vê daxuyaniyê li bara tundiya geş bûyî û şerê ku bîlançoya giran bûyî rêxistinên civaka sivîl, rewşanbîran, KCD’ê û BDP’ê ji bo agirbesta dualî bang kirin. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo ku ji diyalog û muzakereya re bibe wesîle pêşniyaz li KCK’ê kir ku pêvajoya bêçalakiyê dîsa bide destpêkirin. Konseya Rêveber a KCk’ê dîsa biryara bêçalakiîtiyê ragihand, ji bo agirbesta ku ragihandin mayinde bibe ‘’Plana Aştiyê’’ danî.

DEMA KU ŞANDEYA DEWLETÊ LI ÎMRALIYÊ BÛ KOMKUJÎ

Paralelî Plana Aştiyê ya KCK’ê ji Enqerê jî şandeyekê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd bidîta wê li deriyê girtîgeha Îmraliyê bida. Dema ku bi şandeya dewletê re hevdîtin dibû, 16’ê Îlona 2010’an li gundê Peynîsê ya Colemergê dema ku mînîbûsek diçû teqînek çêbû. Bi teqînê re 9 Kurdên sivîl hatin qetilkirin, balkêş bû dema ku di nabeyna nûnerên dewleta Tİrk û Rêberê Gelê Kurd de hevdîtin çêbûn ev teqîn çêbû. Ocalan piştî vê teqînê bi rêya parêzeran digot, ‘’Bi vê teqînê re hevîtinênli vir hatin dênemetkirin, bombekirin. Ev hevdîtin pir baş didomîn, hêvîdar bûm.’’

Hevdîtinên li Îmraliyê ku bi komkujiya Parîsê re demekê xitimîn, ber bi dawiya 2010’an dîsa dest pê kirin. Di navbeyna aliyan de pêvajoya diyalogê berbiçav dibû. Ji ber ku eynî demê parelelî Îmraliyê hevdîtinên ku jê re ‘’Pêvajoya Osloyê’’ dihate gotin, ya di navbeyna rayedarên dewleta Tirk û rêveberên PKK’ê de jî pêk dihatin. Rêberê Gelê Kurd balder bû û tiştên ku 2011’an jiyan wê ew mafdar bikira: ‘’Li vir diyalog didome. Em hatine qonaxa hin pêşniyazên pratîk. Bi çarçoweya van pêşniyazên pratîk divê heta sere havînê mirov geşedanan bişopîne. Em şansekî didine diyalogê û rêvebebirina muzakereyan. Heke ev rêbaz pratîk bibe 2011 wê biba sala ku çareserî geş dibe. Heke bi vê rêbaza diyalogê û muzakereyê encamp neyê standin, piştî nîvê duyan a 2011’an wê pêvajoya berxwedana giştî û bicihanîna azadiyê dest pê bike.’’

‘ÇI TIŞTA KU JI DEST MIN TÊ EZ DIKIM’

Tirkiye ber bi nîvê 2011’an ketibû pêvajoya hilbijartina giştî ya 12’ê Hezîranê. KCK’ê biryara bêçalakbûnê ku heta 1’ê Hezîranê ragihandibû, bi sedema ku rê li siyasetê were vekirine heta 15’ê Hezîranê taloq kir. Bi daxuyaniyeke ku wan rojan hatî dayin, liş gorî Rêberê Gelê Kurd êdî ev şansê dawî bû:’’Piştî 15’ê Hezîranê wê ti taloqkirin an jî dirêjkirin nebe. Ev zelal e. 15’ê Hezîranê dîroka dawî ye. Ev 12 sal in ez li vê derê ji bo çareseriya demokratîk-aştî tişta ku ji dest min tê, dikim. Ez hewl didim ku pêşî talokeyan bigirim. Piştî axaftina Serokwezîr a li Amedê ya 2005’an a ji bo çareseriyê pêvajoyeke taloke dest pê kiribû, heke dîsa wiha bibe, weke min gotî ez ê vekişim. Bila gelê me jî wiha zanibe.’’

RÊYA ÎMRALIYÊ LI PARÊZERAN HATE GIRTIN

Rejîma AKP’ê ku piştî hilbijartina 12’ê Hezîranê desthilata xwe saxlem kirî, wê tecrîda li Îmraliyê giran bikira, wê ji bo konsepta nû ku bi vê re şerê li Kurdistanê geş dibû, pê li bişkokê bikira. Hinceta Erdogan û ekîba wî ew bû ku hevdîtinên Oslo hatine aşkerekirin. Pêşî rêya parêzeran a li Îmraliyê hate birîn, ku heta Tîrmeha 2011’an jixwe bi navbera hin deman pêk dihat. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ku herî dawî 27’ê Tîrmeha 2011’an miwelîlê xwe dîtibûn, heta Gulana 2019’an wê nikarîbûna bi Ocalan re hevdîtin bikirana. Li şûna hinceta kostera xirabe ku bi salan hatibû gotin, vê care wê hincetên ‘sûcên disîplînê’ bidana pêş.

Heke em vegerin ser nîvê duyan a 2011’an; piştî ku hevdîtina bi parêzaran a Rêberê Gelê Kurd, ku bi rêya parêzeran dengê xwe digihande raya Kurdan û cîhanê, li aliyê dî bi navê ‘Operasyonên KCK’ê pêl bi pêl girtina mirovan a ji hemû beşên civakê wê zor lê bikira ku Tevgera Azadiya Kurd serî li rêbazên nû yên şer bida. Pêngava ku payiza 2011’an bi navê ‘’Şerê Şoreşgerî yê Gel’’ dest pê kirî, 2012’an bihar, havînî wê bêhtir berbelav bibûya, şerê ku li Kurdistanê geş bûyî bi carekê re wê bibûya rojeva Tirkiyê û herêmê. Di vê demê de li Bakurê Kurdistanê du navend derketin pêş; Şemzînan û Çelê. Ne tenê li ser xeta sînor, li Botan, Amed, Dersim û Serhedê jî gerîlyan qed zevt dikir.

BERXWEDANA KU 1’Ê ADARA 2012’AN DEST PÊ KIRÎ

Tevgera Azadiya Kurd, li gel eniya şer bi dîplomasî û li dîasporayê jib o şikandina tecrîdê biryar li ser çalakiyan da. 15 kesên endamên ‘’Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî’’, ku siyasetmedar, parêzer û nûçegihan jî di nav wan de hebû, 1’ê Adara 2012’an li ber Dêra St. Maurîce ya li Strasboûrgê ya Fransayê bi daxwaza azadiya Ocalan dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Beriya vê çalakiya dîrokî li Strasboûrgê Kurdan bang li Konseya Ewropayê, CPT’yê, Parlamentoya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan û Yekîtiya Ewropayê kirin ku ‘tevbigerin’ û girêvên birçîbûnê yên dorveger ên ji bo pênc rojan dabûne destpêkirin, destpêkê ji welatên cuda 350 Kurdistanî yên ku ji welatên cuda hatibûn tevlê bûbûn. Heta 2012’ ji 7 mehan zêdetir bû ku ji Rêberê Gelê Kurd agahî nedihate standin û ji bo vê jî hewceyî bi berxwedana hê karîgertir hebû. Ji 1’ê Adarê û pê de Fuat Kav, Ahmet Çelîk, Mecbûre Ozer, Tarik Yusufî, Îmam Yildiz, Gulîstan Hesen, Harûn Yilmaz, Kerîm Sîvrî, Emîne Benek, Nîgar Enayetî, Erol Polat, Hasan Acar, Ahmet Kiliç, Oner Uludag û Gonul Kaya dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirin.

Di vê navbeyndê bi armanca desteka li çalakgeran Kurdistaniyan û ji gelên din li tevahiya Ewropayê girêvên birçîbûnê yên dorveger û çalakiyên destekdayinê dihatin kirin. Dema ku rojên kiritîk ên girêva birçîbûnê, 30 roj, 40 roj derbas bûn, rayedarên Ewropî ku biryardarî bi rengekî zelal ditin, soz dan ku wê tecrîda li Îmraliyê were şikandin. Piştre li ser banga Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Serokê Parlamentoya Ewropayê û bangên KCK’ê 15 çalakgeran di roja 52’an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wan çalakî bidawî kirine.

Di pêvajoya girêva birçîbûnê de bi Komîteya Piştevaniyê 14 hezar îmzeyên ku hatibûn komkirin radestî KE’yê hatin kirin. Dema çalakiyê li welatên cihê yên Ewropayê gelek nav, parlamenter, nûnerên civaka sivîl û partiyÊn siyasî daxuyaniya destekê didan, 52 rojan nêzî 10 hezar kes çûne Strasobûrgê û jib o Rêberê Gelê Kurd li dora berxwedanê bûne yek.

Berxwedana Kurdan a Strasboûrgê wê bi vê re sînordar nameye, 25’ê Hezîrana 2012’an li ber Konseya Ewropaê wê çalakiyeke domdirêj dest pê bikira. Bi vê çalakiyê re ya bi navê ‘’Nobeta Azadiyê’’ ku hê jî deam dike, plansaziya wê tê kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Azad bibe, bidome. Çalakiya nobetê ku weke çalakiya herî domdirêj a li Ewropayê didome ji niha ve derbasî qeydan bûyî, her heftî 5 Kurdistaniyên ku ji deverên cihê yên Ewropayê tên û çalakiyê didomînin. Heta niha 8 sal di ser çalakiyê re bihurîne, bi hezaran broşûr hatine girtin, bi hezara hevdîtin hatin kirin.

OTOBÊSÊ JI OCALAN RE AZADÎ

Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî jî 6’ê Îlona 2012’an wê li paytexta Belçîka Brûkselê Jî starta kampanyayeke dî bidaya. Kampanyaya îmzeyan a bi dirûşmeya, ‘’Ji Ocalan re û hemû girtiyên siyasî re azadî’’ pêk hatî, li çar aliyê Ewropayê dest pê kir, piştre li Tirkiyê û çar parçeyên Kurdistanê dom kir. Kampanya sê salan dom kir, wê weke kampanyaya ku herî pir îmze hatin komkirin derbasî dîrokê bibûya, nivîskarên li cîhanê navdar, siyasetmedar jî di nav de îmzeya 10 milyomn 328 hezar û 623 kesî wê bihata komkirin. Îmzeyên ku hatin komkirin jî ji hêla şandeyekê ve 13’ê Sibata 2015’an wê teslîmî Konseya Ewropayê bihatana kirin.

Bernameya wê salê ya Kurdên li Ewropayê bi vê re sînordar nema. Li Mannhemîmê ya Elmanyayê 8’ê Îlona 2012’an di Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî a 20’an de, ‘’Tûra Otobêsê ya ji Ocalan re azadî’’ dest pê kir. Otobosê 78 rojan li 92 bajaran griya, bi broşûr, afîşan têkilî rewşa Ocalan agahî hate dayin û her wiha daxwazên Kurdan hate vegotin. Otobês her wiha xebata kampanyaya îmzeyan a, ‘’Ji Ocalan re û girtiyên siyasî re azadî’’ jî dikir. Otobêsê li welatên ku geriya bi hezaran îmze kom kir, bi 5 milyon mirov re diyalogeke rasterast danîn.

BERXWEDANA KU 12’Ê ÎLONÊ DEST PÊ KIRÎ

Berxwedaneke dî jî 12’ê Îlonê dest pê kir, geş bû û weke mezrebeyekî derbek li deriyê Îmraliyê da. Komeke girtî yên li girtîgehên Tirk, bi daxwaza tendiristî, ewlehî û azadiya Ocalan ragihandin ku wan bedena xwe daye ber birçîbûnê. Her ku çû girtiyên nû yên PKK’ê û PAJK’ê tevlî çalakiyê bûn, paralelî vê li Kurdistanê li hemû parçeyan, li Tirkiyê û Ewropayê xwepêşandanÊn girseyî çêbûn.

Girêva birçîbûnê û pêvajoya berxwedanê ya ku 69 rojan dom kirî bi peyama Ocalan a ‘’çalakî bi ser ketiye’’ bi dawî bû, li Îmraliyê ji nû ve maseya hevdîtinê hate danîn. Dawiya sale bi daxuyaniya navê rayedarên li jora dewletê, trafîka hevdîtina li Îmraliyê bi fermi ji raya gistî re hate aşkerekirin. Serokwezîrê Tirk Erdogan di axaftina xwe de ya 29’ê Kanûna 2012’an di TRT’ê de, bêyî ku navê Rêberê Gelê Kurd bide got, ‘’Em bi Îmraliyê re didin û distînin.’’

PÊVAJOYA KU BI SERDANA 3’YÊ ÇILE DEST PÊ KIRÎ

Şandeya pêşî ya BDP’ê ya ku ji Ayla Akat, Altan Tan û Ahmet Turk pêk hatî, 3’yê Çile ya 2013’an çû Îmraliyê. Kurdên ku wê demê ji bo ku tecrîda li Îmraliyê şikestî kêf xweş bûbûn, wê şîn bigirtana. 9’ê Çile ya 2013’an şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez li Parîsê wê bihatana qetilkirin. Sê jin li Amedê bi tevlêbûna bi sed hezaran mirov bi merasîma cenaze ber bi bêdawiyê ve hatin rêkirin, KCK’ê piştî komkujiyê ji komkujiyê Gladîoya Tirk ku bi paşxana navnetewî bû, berpirs dît.

KCK’ê û pêkhateyên wê yên din li dijî navendên mêtinger-faşîst ku li ber çareseriya demokratîk a Kurd asteng bûn banga têkoşînê kirine, Hevserokê BDP’ê Gultan Kişanak yaw ê demê gotibû, ‘’Heke dibêjin em hem hevdîtinê bikin û hem jî komkujiyan dikin dixelitin’’, wê di bîrê de bimaya.

Sibê: 2012-2019