Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 22ê Kanûnê 2020 SÊŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Çalakiya greva birçîbûna dîlên azaidyê ya bêdawî û bidorveger, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 26’mîn de dewam dike.

&-Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, tecrîda li ser Rêber Apo nirxand û got; Divê têkoşîna li dijî tecrîdê were mezinkirin.

&- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzancan sala 2020’an ji rojanama Yenî Ozgur Polîtîka re nirxand û got, jin li dijî pergala mêrê serdest li qadan bûn.

&- Parêzer Gulîzar Tûncer, destnîşan kir ku “lêgerîna tazî”, li zarok û mirovên kal jî tê ferzkirin.

&- Li Ezaz û Efrînê yên dagirkirî di navbera komên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Li gorî agahiyan gelek çete birîndar bûn.