DYE’yê Friedrich Karl Berger ê 95 salî radestî Elmanyayê kir ku li kampên Nazî gardiyanî kiribû. Dibe ku Berger bi sûcê “hevkariya ji kuştinê re” bê darizandin.
Berger ji eyaleta Tennessee ya DYE’yê ber bi Elmanyayê ve hate şandin û li balafirgeha Frankfûrtê daket. Serdozgeriya Celleyê ragihand ku Berger azad e û dema pêwîstî çêbû dikare îfadeyê bide. Têkildarî kesê navborî biryara girtinê nîne.
Hate ragihandin ku Berger li gel temenê xwe yê dirêj, tenduristiya xwe baş e û dikare îfadeyê bide.
Dozgerê Giştî Bernd Kolkemeier ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku sûcdariyên li Berger tên kirin ji ber kêmaniya delîlan meha Kanûnê bi dawî bû û hîn nediyar e ku li dijî wî prosedura hiqûqî bê bikaranîn an na.
Berger ji sala 1959’an ve li eyaleta Tennessee ya DYE’yê dima û têkildarî rabirdûya wî kesî bi tiştekî nedizanî.
Li gorî agahiyan, piştî ku sala 1950’î keştiyek ji belgeyên Nazî noqî binê avê bû û dûre hate dîtin, li dijî Berger lêpirsîn hate meşandin.
Dadgeriya DYE’yê ragihand, ku Berger li kampa Neuengamme ya li başûrê rojhilat ê Hambûrgê di Çile û Nîsana 1945’an de gardiyanî kir û tevlî karê valakirina kampeke li nêzî Meppenê bû.
Dadgeheke taybet a DYE’yê ku bi dosyayên koçberan re eledar dibe, bi hinceta ku bi daxwaza xwe li kampeke komkirinê xebitiye, biryar da ku bê dersînorkirin.
Berger di dema lêpirsînê de diyar kir ku ew li kampê gardiyan bû, lê kiryareke li dijî mirovahiyê nedîtiye.