Lîderê Tevgera Sedr Muqteda es Sedr li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku ew ji siyasetê vekişiya ye. Sedr diyar kir ku ji bilî Tirbe-î Şerîf û muzeya Koma Sedr, biryar daye hemû saziyên komê bigire û got, “Radigihînim ku ji bilî Tirba pîroz, muze û mîrateya malbata Sedr a bi şeref, hemû saziyan digirim. Dema bimirim an jî bême kuştin, ji we dixwazim ku Fatîha û dua bikin.”
Piştî vê daxuyaniyê alîgirên Sedr herikîn kolanên Bexdayê û avêtin ser Desteya Wezîran û Qesra Serokkomariyê. Li gorî çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di şerê navbera alîgirên Sedr û hêzên ewlekariyê de 12 kes mirin, 270 kes jî birîndar bûn.
Serokê Bloka Sedr Hesen El Azarî ragihand ku Muqteda es Sedr bûyerên li Bexdayê weke hincet nîşan da û dest bi greva birçîbûnê kir.
Hesen El Azarî anî ziman ku heta tundî û bikaranîna çekê bê rawestandin wê Sed greva birçîbûnê dewam bike.