Wezîrê Karê Derve yê Swêdê Tobîa Bîllstrom, li ser endamtiya NATO’yê ya Swêdê daxuyanî da. Tobîas da zanîn ku wan pêvajoya ji bo bibin endamê NATO’yê ji bo demekê rawestandiye û wiha axivî: “Piştî çalakiyên provokatîf em hewil didin hêrsa li hemberî Swêdê derbas bibe. Em 14’ê Gulanê ku wê li Tirkiyeyê hilbijartin bên kirin, ji nêz ve dişopînin. Armanca me ew e ku em tam bibin endam.”
Piştî destpêkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê, Swêd û Fînlandiyayê dev ji polîtîkayên negirtina tu aliyî berda û serî li NATO’yê da ku bibin endamên wê. Ji nav 30 welatan bi tenê Macaristan û Tirkiyeyê ji endamtiya wan a tifaqê re negot erê.