Bahoz û babîsokê bandoreke giran li eyaletên Mîssîssîppî û Alabama yên DYE’yê kirin.
Ajansa Rewşa Lezgîn a Mîssîssîppî ragihand ku di nava rojekê de li herêmê 10 bahoz û babîsok rabûne û bandoreke giran kiriye. Hate ragihandin ku di encama karesatê de li eyaletê 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bahozê bandor li eyaleta Alabama jî kir. Hate ragihandin ku li vê eyaletê kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Tabloya ku li bajarê Rollîng Fork a Mîssîssîppî rû da, giraniya karesata xwezayî radixe pêş çavan.
Li bajarê ku nifûsa wê nêzî 2 hezar kes e, ji ber bahozê li tevahî avahiyan texrîbat çêbû û darên ku bi dehan sal in hene ji kokê ve hil bûne. Hat diyarkirin ku ji ber şideta bahozê gelek wesayîtên ku di nav wan de qemyon jî hene qulibî û di bin dar û perçeyên avahiyan de man.