Wezîrê Tenduristiyê Ûmmy Mwalîmû got ku kes li herêma rojavayê Kagera ya welêt bi nexweşiyê ketine û ji bo nexweşî li derên din jî belav nebe, ber lê girtiye.

Kesên bi vê vîrusê dikevin, kela canê wan radibe, xwîn ji canê wan tê, vedirêşin ya jî nexweşiya têrnekirina gurçikan bi wan re çêdibe.

Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, xebatkarên tenduristiyê jî hene.

Li welêt, niha 161 kes di karantînayê de ne.

Li gor WHO’yê, li Angola, Kongo, Kenya, Başûrê Efrîkayê, Ûganda û Ganayê kes bi vîrusa Marbûrgê ketine. Rêjeya mirina ji vîrûsa Marbûrgê, ji sedî 88 e û curekê ji vîrusa Ebolayê ye.

Mirov, ji şevşevokan bi vê vîrusê dikeve, bi şilemeniya ji kesên nexweş, xwe nêzkirin, cihên bi vîrus, bo mînak ji çarşefên qirêjî, vîrus belav dibe.